Kar û Barên Xanî

Bixêr hatin bo Xizmetên Xanî yên Haringey

Rûpelên kar û barên xanî cîhê herî bas e ku meriv ji bo nûçe û nûjenkirinên xizmetên xanî lê binêre: ew dikanin bandorê li we bikin.

Em dikanin di van waran de alîkarîya we bikin:

Nûçeyên Xizmetên Xanî

Teftîsa 2-stêrk

Homes for Haringey milkên me yên saredarîyê birêve dibe. Di Gulanê de ew ê ji alîyê Komîsyona Kontrola Hesaban ve bên teftîskirin. Pir girîng e ku Homes for Haringey 2-stêrkan bisitîne, ji ber ku ew ê bikanibin bi milyonan pound fonên hikûmetê bidest bixin ku li seranserî navçeyê xanîyên saredarîyê çêtir bikin. Ji bo bêtir agahîya li ser teftîsê, ji kerema xwe lînka Homes for Haringey li beşa lînkên derve li jêr bitikînin.

Sûnve Agahî Dayina Sêwirdarîya Kirêdayinê
Ji Tebax 2006an heta Cotmeh 2006an, Saredarîya Haringey bi hejmarek nistecîh û xwedîparan sêwirî ku ji bo pêkanîna Sîyaseteke Kirêdayinê ya nuh a kirêdarên saredarîyê bibin alîkar.
Armanca Sîyaseta Kirêdayinê afirandina civakên xurt û domdar e.
Sûnve agahî dayin bû serketineke mezin - encamên sûnve agahî dayinê dê di demeke kurt de li websîteya me bên wesandin, ji bo nûjenkirinan tim seh bikin.
Kopîyeke Sîyaseta Kirêdayinê di beşa dosyeyên pêvekirî ya jêrîn de peyde dibe.

Ji bo bêtir nûçeyên xanî biçin besa me ya nûçe û weşanan.

Xizmetên ku em pêskês dikin:

Kirêdayinên li gora tercîhê

Home Connections

Da ku meriv ji bo xanîyekî nistecîhî yê saredarîyê ku ji alîyê Homes for Haringey ve tê birêvebirin an jî milkekî komeleke xanîyan serî lê bide, tenê rêyek heye; bi rêya projeya Haringey a nuh a kirêdayinên li gora tercîhê, Peywendîyên Xanî (Home Connections).

|Vegere Jor

Kirêkirina milkekî kesan (taybetî)

Daxwaza yekcar zêde ya xanîyên saredarîyê pêskêsîyê derbas dike, ev tê wê wateyê ku em her ku diçe bêtir wek bijartekeke ji bo kirêdarên xwe li marketa kirê ya taybetî dinêrin.

Saredarîya Haringey bi xwedîyê xanîyan re bi xurtî xebatê dike ku standardên milkên taybetî yên seranserî navçeyê çêtir bike.

|Vegere Jor

Projeyên Xwedîtîya Xanî

Saredarîya Haringey çend projeyên xwedîtîyê yên kêm-biha hene ku alîkarîya her kesekî bike ku bixwazin milkê ku tê de ne bikirin, bi taybetî kesên ku cara yekemîn dikirin, serîlêdêrên lîsta payinê, kirêdarên saredarîyê û karmendên sereke.

|Vegere Jor

Bê xanî? Em dikanin alîkarîyê bikin

Gelek awa hene ku mirovên li Brîtanyayê dikanin bê xanî bimînin, wek mînak, ji kar derketin an ji alîyê xwedîyê xanî ve ji xanî derxistin, hinek ji wan sedeman in ku mirov bi bêxanîbûnê re rûbirû dimînin.

Heke hun bê xanî hatibin histin, hun dikanin bi van awayan sêwirdarîyê bidest bixin: telefon bikin bo: 0845 076 2700 an jî bi randevû bi yek ji navendên me yên xizmeta misterî re têkilî çêbikin.

|Vegere Jor

Sîyaseta Saredarîyê ku divê hun bizanibin

Agahîya girîng li ser sîyaseta Kirêdayinê

Pêwîstîyeke hiqûqî ye ku hemû sazîyên xanî divê Sîyaseteke Kirêdayinê ya ku meriv bikanibe bidest bixe biwesîne. Em ji Tebaxa 2006an û vir de li ser Sîyaseteke Kirêdayinê xebatê dikin û pistî bi firehî sêwirdarîya bi kesayetî û koman re nuha me ew qedandiye. Hun dikanin kopîyeke wê di beşa dosyên pêvekirî de daxin ser kompûtera xwe.

Standarda Kirêdayinê ya Homes for Haringey

Her milkekî saredarîyê, berî ku hun bar bikinê, divê paqij û di rewseke bas a tamîrê de be. Standarda Kirêdayinê ya Homes for Haringey pêsber dike ku hun dikanin çi hêvî bikin. Hun dikanin kopîyeke wê di beşa dosyên pêvekirî de daxin ser kompûtera xwe.

|Vegere Jor

Têkilî

  • Ji bo hemû lêpirsînên xanî (8.00 - 18.00, Dusem – Înî), ji kerema xwe telefon bikin bo Homes for Haringey: 0800 195 3404
  • Ji bo tamîrên acil (derveyî seetên xebatê), ji kerema xwe telefon bikin: 020 8348 3148

Xizmetên Înternetê

Ji bo kirêdarên saredarîyê û nistecîhan hejmarek xizmet li ser Înternetê peyde dibin. Evên jêr di nav wan de ne:

|Vegere Jor
Dosyayên Pêvekirî
FilenameFiletypeSize
lettings policy 2006.pdf Adobe PDF DocumentPDF356K
homes for haringey letting standard.pdf Adobe PDF DocumentPDF322K
Dokûmanên bi formata PDF, Adobe Acrobat Reader, hewce dikin. Ji kerema xwe îkona li milê çepê bitikîne ku tu vê programê dakişînî û di qumpûtera xwe de bi cîh bikî.

Ev lînkên li jêr parçeke cîtewna Belediya Haringeyê nînin.

Ji kerema xwe daxûyaniya me ya legal bixwînin beriya ku hun van lînkan bi kar tînin.

|
 

Page Last Updated: 16 June 2008

This page belongs to the following categories :
- Housing
- Housing > Housing finance > Housing rents
- Housing > Council housing

 
|
Moving house

Did you know?

The Victoria Line opened in stages. The first stage opened in 1968 between Walthamstow and Seven Sisters

 

Do It Online