Rîsaykilkirin

Hun dikarin van lînkan bi kar bînin ji bo xwendina vê rûpelê.

Rîsaykilkirin çi ye?

Rîsaykilkirin prosesek e ku, ew, mamûlên hatine bikaranîn, werdigerîne nava mamûlên nû. Mînakek ji vê re, ev e ku, kaxiz dibin sîberên lembeyan û çarçoveyên wêneyan.

Bi rîsaykilkirinê, hun para ku dikeve li ser milê xwe bi cîh tînin, di warî bikaranîna ekonomîk ya çavkaniyên xwezayî yên wek dar û petrolê de.

|Vegere serî

Çima rîsaykilkirin girîng e?

Îsal rûniºtevanên Haringeyê 98,000 ton qirþ hilberandin. Problem her diçe xiraptir dibe, ji ber ku em ji berê zêdetir mal/mamûlên pakêtkirî û yên ku tên avêtin dikirin. Di vê demê de, piraniya qirþên Haringeyê, bi riya binaxkirinê an þewitandinê ji dest tên deranîn. Ev herdu rêbaz jî, li ser hawîrdorê tesîrekê pêk tînin.

Hun li Haringeyê çawa dikarin rîsaykil bikin

Li haringeyê em xizmetên ku ji bo rîsaykilkirina qirşan dibin alîkar, pêşkêş dikin, ev xizmet van dihundurîne:

Berhevkirinên ji malên we

Belediya Haringeyê 80,000 qutiyên kesk yên rîsaykilkirinê daye rûniştevanên Haringeyê. Ev ji we re dibe alîkar ku, hun ji mala xwe tiştan rîsaykil bikin. Lînkên eleqedar yên li ser milê rastê yê rûpelê bi kar bînin ji bo dîtina ka qutiyên we kengî tên berhevkirin.

Heke ku hun di nav blokeke daîreyan de dijîn, dibe ku xizmeteke qutiyên kesk ji we re nehatibe dayîn, lê hun hê jî dikarin rîsaykil bikin. Belediya Haringeyê hin bîdonên rîsaykilkirinê temîn kiriye ku hun li wir dikarin hin qirşên xwe rîsaykil bikin.

|Vegere serî

Bîdonên rîsaykilkirinê

Ev bîdonên we yên heremî ne ji bo materyalên wek cam, kaxiz û qutiyên tenoke. Hun dikarin van bîdonan bibînin, li ciyên wek parka sûpermarketa xwe ya heremî, li ser sîteya xanîyê xwe, û li ser kolanên di nav seranserê navçeyê de. Lînkên li ser milê çepê yê rûpelê bi kar bînin ji bo dîtina ka bîdona we ya rîsaykilkirinê ya herî nêzîk li ku ye û ka hun li wir dikarin çi rîsaykil bikin.

Navenda Nûvebikaranîn û Rîsaykilkirinê

Haringeyê xwedî navendeke Nûvebikaranîn û Rîsaykilkirinê ye ku hun dikarin tiştên ku êdî kêrê we nayên bînin li wir. Ev herwiha her awa qirşên malê, yên ku nikarin nû ve bên bikaranîn an rîsaykilkirin jî, dihundurîne. Lînkên li ser milê rastê yê rûpelê bi kar bînin ji bo dîtina ka ew li ku ye û ka çi tişt tên qebûlkirin.

|Vegere serî

Zibilçêkirin (composting)

Ji kerema xwe lînkên li ser milê çepê yê rûpelê bi kar bînin ji bo hînbûna zêdetir di derbarî zibilçêkirina di nav Haringeyê de.

|Vegere serî

Çi tên rîsaykilkirin

Aniha her ku diçe, zêdetir tiştên rojane, dikarin bên rîsaykilkirin, û xizmetên we yên heremî, ji bo ku rîsaykilkirinê, ji we re hêsantir bike, baştir dibin.

Materyalên ku li Haringeyê tên berhevkirin van dihundurîne: cam, name/kaxizên ku ji bo reklam/îlanan ji we re tên şandin, magazîn, qutiyên tenoke, kaxizên elemyon, cil/kinc û pêlav. Em her wiha qirşên kesk yên baxçan, bermayiyên xwarinan, şûşeyên plastîk û miqeweyan jî, ji gelek malan berhev dikin. Hejmara van malan her diçe zêdetir dibe.

Her wiha, Haringeyê materyalên din wek mamûlên elektrîkê, cîhazên nav malê, akûyên texsiyan, rûnê motorê, darên neîlaçkirî, telefonên mobîl, û hibirdankên prînteran jî rîsaykil dike. Hun dikarin van eşyayan bînin navenda Nûbikaranîn û Rîsaykilkirinê.

|Vegere serî

Li Haringeyê însiyatîfên rîsaykilkirinê yên din

ReStore Community Projects

Belediye bi Restore Community Projects re, dixebite. Ev saziyeke xêrxwaz e û li Tottenham Hale bi cîh bûye.

Restore, wê were eşyayên we yên ku ji nû ve dikarin bên bikaranîn û mobîlye û eşyayên metbexê yên wek sarker û xwarinpijîneram yên ku êdî nayên xwestin, berhev bike.

Piştre ew van eşyayan didin mirovên ku berê bêmal bûne an mirovên xwedî îhtiyaç. Hemî eşyayên sipî tên konrolkirin û garantîkirin. Ji miştêriyan tê xwestin ku ew perekî kêm bidin ji bo her parçe eşyayekê.

Detayên Têkiliyê:

Cîh: Unit 18 Ashley Road, London, N17 9LJ

Tel: 020 8493 0900
Faks: 020 8493 0109
Emaîl: info@restorecommunityprojects.org

Web: www.restorecommunityprojects.org (Lînka di binê ‘Lînkên kêrhatî yên derveyî’ de bi kar bînin)

Zêdetir agahî li ser rîsaykilkirina li Haringeyê

Heke hun dixwazin bibin xwedî zêdetir agahî di derbarî rîsaykilkirina li Haringeyê de, ji kerema xwe bi Haringey Accord re li ser 020 8885 7700, an li ser email: callcentre@haringeyaccord.com, bikevin têkiliyê.

|Vegere serî
Dosyayên Pêvekirî
FilenameFiletypeSize
recycling strategy for haringey 2006-2020.pdf Adobe PDF DocumentPDF192K
Dokûmanên bi formata PDF, Adobe Acrobat Reader, hewce dikin. Ji kerema xwe îkona li milê çepê bitikîne ku tu vê programê dakişînî û di qumpûtera xwe de bi cîh bikî.

Ev lînkên li jêr parçeke cîtewna Belediya Haringeyê nînin.

Ji kerema xwe daxûyaniya me ya legal bixwînin beriya ku hun van lînkan bi kar tînin.

|
Your feedback on this webpage

Was this information useful?



If you want to give comments on the service itself please visit our Contact page.


 

Page Last Updated: 25 January 2010

This page belongs to the following categories :
- Environment > Rubbish, waste and recycling

 
|
Better Haringey Green Recycling Bin

Did you know?

Homes for Haringey carries out free gas inspections for its tenants - call 0800 195 3404