Parkkirinên ji bo Seqetan

Blue Badge holder parking bay signHemî kesên xwedî Qarteke(Badge) Şîn dikarin ji bo cîyekî parkkirina ji bo xwedîqartên şîn serî lê bidin. Belediyê dê serîlêdanê binirxîne.

Di vê demê de du sîstem peyda dibin:

  • Li nêzîkî nexweşxane, klînîk, meyanexana tixtor, dermanfiroş an avahiyên giştî yên din, cîyekî parkkirinê, ku her keseke ku xwedî Qarteke Şîn e, dikare lê park bike. (Disabled parking bay)

AN JÎ

  • Ciyek bê tehsîskirin, li nêzîkî edresa serîlêderan, ku tenê dikare ji aliyê mirovên xwedî îzîna bi nimroya ku ji vê ciyê re hatiye veqetendin bê bikaranîn. (Dedicated disabled parking bay)

Di herdu rewşan de jî, ciyê parkkirinê, heta ku mimkûn e, wê li derekî ku nêzîkî avahiya eleqedar e, bê tehsîskirin. Lê belê, ew ê hewce bike ku em van ên jêrîn li ber çavên xwe bigirin:

  • herikîna trafîkê
  • berjewendiyên xwedî mal û milkên cînar
  • ketina nava avahiyê
  • ewlekariya rê.

Serîlêdana ji bo Ciyekî Parkkirinê ya ji bo Mirovên Xwedî Seqetiyan

Xwedîyekî Qarta Şîn, dikare li ciyekî parkkirina ji bo mirovên seqet, park bike. Wek Xwedîqarteke Şîn, heke hun dixwazin ji bo parkkirinê, ciyekî nû bi dest bixin (ciyekî ku hemî kesên xwedîqartên şîn dikarin bi kar bînin), serîlêdaneke xurt divê bê kirin ku, tê de, tê nîşandayîn ku krîterên heqkirinê bi cîh hatine anîn.

Ji bo ku hun ciyekî parkkirina ji bo mirovên seqet heq bikin, divê ku ewil hun xwediyê Qarteke:

  • Şîn bin, û îspat bikin ku heqîqeten jî ihtiyacî heye ji bo ciyê parkkirinekî bi vê awayî;
  • Divê ku hun nikaribin xwe bighînin parkkirineke xusûsî ya di nav avahiyê de an nezîkî avahiyê.
|Vegere serî

Serîlêdana ji bo ciyekî parkkirinê yê tehsîskirî ya ji bo mirovên seqet

Ciyekî ji bo parkkirina mirovên seqet re tehsîskirî, bi taybetî, tenê ji bo wî/wê mirovî/ê xwediyê Qartê tê veqetandin. Ji bo girtina ciyekî tehsîskirî ya ji bo parkirina mirovên seqet, serîlêdanek serketî divê ku hin krîterên taybetî yên heqkirinê bi cîh bînin.

Ji bo heqkirina ciyekî tehsîskirî ya ji bo parkirina mirovên seqet, divê ku hun xwediyê Qarta:

  • Şîn bin, û divê hun di dereceya bilindtir ya parçeya livdariyê ya peregirtina ji bo jiyana Mirovên Seqet de, pere bigirin;
  • Bi xwe ereba xwe biajon, an nêrevaneke ku we dibe û tîne û di nav xaniyê we de dijî tayîn bikin;
  • Divê ku hun nekaribin xwe bighînin parkkirineke xusûsî;
  • Qopyên ehliyet û belgeyên xwe yên qeyda wesaîtê ku nav û edresa we didin nîşan, temîn bikin (didin nîşan ku hun rûniştevaneke heremî ne).

If you do not receive a qualifying allowance because you are of retirement age, your mobility impairment will need to be assessed by an occupational therapist appointed by Haringey Council.

|Vegere serî

Heke ku hun peregirtineke ku heq dide we, negirin, û sedema vê yekê jî, ji ber ku hin di umirê teqewîtbûnê de ne ye, wê demê, ew ê hewce bike ku terapîsteke karbendiyê ya ku Belediya Haringeyê tayîn dike, seqetiya we, meyane bike û binirxîne.

Formeke serîlêdanê û formên destekdar dikarin li jêr di nav beşa dosyayên pevekirî de bên dîtin. Detayên têkiliyê jî di nav van forman de tên dayîn.

Belediya Haringeyê heta ku dikare wê hewil bide xwe ku serîlêdanan di demek zûtirîn de hal bike. Lê belê, ji bo tehsîskirina ciyên parkan, hewce dike ku mirov bişêwire bi mirovên heremê û bi saziyên qanûnî re. Dîsa ew ê hewce bike ku Emrên Îdareya Trafîkê jî bên deranîn û weşandin.

Ew ê kêmtirîn sê meh bikşîne heta ku serîlêdanek bê halkirin.

|Vegere serî

Bikevin têkiliyê bi me re

Heke ku pirsên we hebin, ji kerema xwe bikevin têkiliyê bi me re:

Tel 020 8489 1335.

|
 

Page Last Updated: 28 October 2008

This page belongs to the following categories :
- Transport and streets > Motor vehicles, roads and parking > Parking

 
|
three children smiling

Did you know?

Walter Tull was the first black player for Tottenham and the first black army officer commissioned in this country