Hawîrdor û guhastin
Belediye bibiryar e ku ew Haringeyê paqij û bi hişinayî bigire û bike derekî ku mirov tê de bi rehetî dizivire.
Qirş û Rîsaykilkirin
Rûpelên li ser hawîrdorê îzah dikin ka belediye çawa dixebite ji bo ku ew navçeyê paqij û bi hişinayî bigire û di derbarî van meselan de agahî didin:
- berhevkirina qirşên malan,
- jidestderanîna qirşên karên ticarî û qirşên xeternak,
- Tiştên ku mirov aciz dikin (ev cînarên zêdedeng û avêtina qirşan), jî dihundurîne
- ragihandina wesaîtên terkkirî,
- boriyên xitîmî yên ava pîs
- îmkaniyet/tesîsên rîsaykilkirinê,
- zibilên organîk,
- parastina xwezaya heremî û heywanên kûvî, û her wiha
- Haringeya Çêtir programa çêtirandina hawîrdorê.
Heke qirşên ji bo rîsaykilkirinê nehatibin berhevkirin, hun dikarin vê yekê ragihînin, û hin dikarin bi riya rûpela ragihandina problemekê, daxwaz bikin ku eşyayên wê yên mezin bên berhevkirin.
Guhastin
Rûpelên guhastinê agahiyên kêrhatî didin ji bo mirovên ku tên nav navçeyê an tê re derbas dibin, ger ew wesaît an bisiqlêt diajon an dimeşin an guhastina giştî bi kar tînin. Agahiyên sereke van dihundurîne:
- detayên hemû guherîna îstîqametên riyan û rêyên girtî yên di nav hereme de,
- lînkên sîteyên ku dikarin bibin alîkar ku hun rêwîtiya xwe ji A’yê heta B’yê pîlan bikin û
- ka hun çawa serî lê didin ji bo qarteke mirovên seqet an qarteke ji bo mirovên kal û pîr.
Parkkirin
Ev rûpel agahiyên berfireh didin û di nav wan de ev jî hene:
- tîketên parkkirinê û biha,
- zonên parkkirina qontrolkirî,
- hun çawa cezayên xwe yên parkkirinê didin û
- hun çawa dikarin qarteke hişîn ya îzîna parkkirinê bigirin.
Useful External Links
Ev lînkên li jêr parçeke cîtewna Belediya Haringeyê nînin.
Ji kerema xwe daxûyaniya me ya legal bixwînin beriya ku hun van lînkan bi kar tînin.
|Page Last Updated: 13 May 2008
This page belongs to the following categories :
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback
- Council, government and democracy > Councils



