Danezana Şêwirê

Have your Say Haringey logo.Pir sipas ji bo her kesê ku dem veqetand ku li ser peymana şêwirdarîyê şîroveyan bike. Hemû şêwirdarîyên ku ji alîyê şaredarîyê ve tên birêvebirin, tên teşwîkkirin ku rêberî û standardan bişopînin. Heke hun dixwazin li ser peymanê yan alîyekî şêwirdarîya ku ji alîyê Şaredarîya Haringey ve hatiye birêvebirin şûnve agahîyê bidin, ji kerema xwe bişînin bo Consultation Team, River Park House, 225 High Road, London N22 8HQ an jî: haveyoursay@haringey.gov.uk

Danezana Şêwirê

Belediya Haringeyê, şêwirê wek pêvajoyeke diyalogê ya ku tê de biryarek tê girtin bi nav dike. Em ê bi mirovên ku li Haringeyê dijîn û dixebitin re bişêwirin ku ew bibin xwedîgotin di pêvajoya biryardariya Belediyê de û ku ew bizanin nêrînên wan li ber çavan hatine girtin.

Belediya Haringeyê biryardar e ku ew bide garantîkirin ku hemû şêwirên ku ew pêk tîne, bitesîr û berhemdar in. Ev danezan hatiye nivisîn ku hun bizanin ka hun ji şêwiran çi dikarin hêvî bikin.

  • Şêwir parçeke bingehîn ya pîlankirin û dayîna xizmetan e.
  • Em ê qiymetê bidin dem û enerjiya ku mirov ji bo şêwiran xerc dikin û em ê ji bo mirovan hêsan bikin ku ew fikrên xwe ji me re bêjin.
  • Herdema ku gengaz e, em ê programa xwe ya şêwirê bi organîzasyonên din ên ku bi mirovên li Haringeyê dijîn û dixebitin re dişêwirin, qordîne bikin.
  • Têgihîştina tiştên ku ji xwe em ji niha ve dizanin çêtir e, ji dîsa pirskirinê – em ê li şêwirên xwe çavdêrî bikin û rê nedin dubarekirinan.
  • Em ê armanca şêwirê bi zelalî rave bikin, şêwir bi kê re tê kirin, awayî ku şêwir tê pêk anîn û ka dê kengê biryar bê girtin li ser pêşniyaran.
  • Em ê bi awayek aktîf hewil bidin xwe ku bi civakên ku ji pêşniyarê(an) tesîrê dibînin re bişêwirin û ji wan re rave bikin ka guhertinên pêşniyarkirî çawa dibe ku tesîr li cûrbecûr mirovan bikin.
  • Em ê di derbarî şêwirê de, bi qasî têre dike, agahî bidin ku mirov bikarin bi zanebûn beşdar bibin û bibin alîkar. Em ê di derbarî mesele û rastiyên din ên ku biryardar bi encamên şêwirê re, li ber çavên xwe digirin, de jî agahî bidin.  
  • Em ê Înglîziyeke hêsan bi kar bînin û dokumanan wergerînin zimanên din, bi formatên din temîn bikin (mesela, bi alfebeya koran) û tercûman temîn bikin ji bo civînin ku hebûna wan hewce dike.
  • Rêbazên me yên şêwirê wê saxlem/bihêz û lêhatî bin.
  • Em ê pratîka baş û pêdiviyên legal ên ku bi wekheviyê û hundurandina civakî re eleqedar in teqîb bikin.
  • Di dawiya şêwirê de, em ê bibêjin ka wê piştre çi bibe, kengê encamên şêwirê dê bê weşandin, kengê û ji aliyê kê ve, wê li ser pêşniyarê(an) biryar bê(n) girtin, kengê wê biryar bê(n) weşandin.
Dosyayên Pêvekirî
FilenameFiletypeSize
consultation charter.doc Microsoft Word DocumentWord74K
consultation charter.pdf Adobe PDF DocumentPDF42K
Dokûmanên bi formata PDF, Adobe Acrobat Reader, hewce dikin. Ji kerema xwe îkona li milê çepê bitikîne ku tu vê programê dakişînî û di qumpûtera xwe de bi cîh bikî.
|
 

Page Last Updated: 2 September 2008

This page belongs to the following categories :
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback
- Council, government and democracy > Councils
- Council, government and democracy

 
|
three children smiling

Did you know?

The Morecambe and Wise Show, was first broadcast live from the Wood Green Empire, Theatre of Varieties