Haringey, gotina xwe bêje
Belediya Haringeyê biryardar e ku ew xizmetên ku gelê Haringeyê heq dike, bide wan.
Em dizanin ku guhdarîkirina li mirovên ku li Haringeyê dijîn û dixebitin faktoreke pêwîst e ji bo ku em bidin garantîkirin ku em armancên xwe bi cîh tînin. Em dixwazin ji we bibihîsin di derbarî hemû xizmetên ku belediye dide de û di derbarî pîlanên pêşerojê yên ji bo Navçeya Haringeye de. Ev beşa websîteyê tê avakirin ku ew ji me re bibe alîkar ku em guhdariya we bikn û ji bo ku hun Gotina xwe bibêjin.
Belediya Haringeyê û hevparên me anketan û şêwiran (consultations) pêk tînin li ser gelek mijarên ku li mirovên ku di nav navçeyê de dijîn û dixebitin, tesîr dikin. Salnameyeke me ya şêwiran heye ji bo ku hun bibînin ka di dorê de çi heye û ka di encama vê yekê de çi bû result.
Em danezaneke (charter) şêwirê amade dikin û ew rave dike ka hun dikarin ji her şêwirekê çi hêvî bikin. Ji kerema xwe li dokumana pêşnûma (draft) binêrin û ji me re bibêjin ka hun çi difikirin. Hun dikarin ji bo xwe qopyeke wê, ji beşa Dosyayên Pêvekirî ya li ser rûpela danezana şêwirê dakişînin.
Hun dikarin bi rêyên cûda nêrînên xwe bi me bidin zanîn:
- Meclîsên Heremê
- Şêwirên vê demê
- Civînên Belediyê ku hun dikarin li wir pirsan bikin questions
- Gilî, xwesgotin û pêsniyar
An jî, ji me re emaileke ku nêrîn û şîroveyên we yên di derbarî xizmet û pîlanên ji bo pêşeroja Harinegeyê de dihundurîne, bişînin li vir haveyoursay@haringey.gov.uk.
Di pêşerojê de em ê bikarin ji we re emailan bişînin û bi vî awayî, we bi anket û pîlanan bihesînin. Li van rûpelan temaşe bikin û ji bo çêtirkirina wan fikrên xwe ji me re bibêjin.
Ziman
Hun dikarin daxwaz bikin ku hemû anketên me bi formatên mezin û bi zimanên din ji we re bên şandin.
|Page Last Updated: 31 July 2008
This page belongs to the following categories :
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback



