Xizmetźn Wergerandin ū Tercūmaniyź

Belediya Haringeyê bawer dike ku hemî endamên civakê xwedî mafê wekhev in di girtina xizmetan û agahiyên di derbarî Belediyê de.

Ji ber vê sedemê, em xizmetên wergerandin, tercûmanî û ragihandinê didin heke hewce bike ji bo:

  • Mirovên ku bi Îngîlîzî napeyîvin
  • Mirovên ku kor in an xwediyê astengiyek dîtinê ne
  • Mirovên ku ker in an xwediyê astengiyeke bihîstinê ne.

Em van xizmetên jêrîn didin:

  • tercûmanî, tercûmaniya zimanê îşaretan jî tê de
  • wergerandina zimanê
  • belgeyên bi tipên hilpişandî, tipnivîsên gir û li ser qasetê.

Xizmetên me profesyonel, nepenî û bi xesasiyet in ji bo ihtiyacên şexsî. Tercûman û wergerên me yên serpêhatî cûdatiya çandî ya rûnîştevanên me didin nîşan.

Ez çawa dikarim tercûmanekê bi dest bixim?

Heke tu serekî li ofîsekê Belediyê bidî an bi karmendekê re hevdîtinekê çêbikî, tu dikarî tercûmanekî bixwazî. Em ê yan li ser telefonê yan jî bi şexsî tercûmanekî î î eyar bikin ku ji te re re bibe alîkar. Heke tercûmanek neyê peydakirin, em ê ji bo ku rojekê din were tercûmanekê eyar bikin. Ew ê hewce neke ku tu ji bo tercûmanê pere bidî.

Ez çawa dikarim wergerandinekê eyar bikim?

Tu dikarî ji karmendê Belediyê ku bi daxwaza te re eleqedar dibe bixwazî ku ew nameyên Belediyê an belgeyên din yên Belediyê ji te re bide wergerandin. Ew ê hewce neke ku tu ji bo vê pere bidî.

Ez çawa dikarim agahiyên bi tîpên hilpişandî, tîpnivîsên gir an li ser qasetê eyar bikim?

Tu dikarî ji karmendê Belediyê ku bi daxwaze te re eleqedar dibe, bixwazî kuew nameyên Belediyê an belgeyên din yên Belediyê bi tîpên hilpişandî, tîpnivîsên gir and li ser qasetê ji boyê te peyda bikin. Ew ê hewce neke ku tu ji bo vê pere bidî.

Dosyayên Pêvekirî
FilenameFiletypeSize
Translation and Interpreting External User Guide.pdf Adobe PDF DocumentPDF187K
Dokûmanên bi formata PDF, Adobe Acrobat Reader, hewce dikin. Ji kerema xwe îkona li milê çepê bitikîne ku tu vê programê dakişînî û di qumpûtera xwe de bi cîh bikî.
|
Your feedback on this webpage

Was this information useful?



If you want to give comments on the service itself please visit our Contact page.


 

Page Last Updated: 8 March 2010

This page belongs to the following categories :
- Community and living > Interpreters' services

 
|
three children smiling

Did you know?

Over 50,000 bulbs are planted each autumn ready to bloom in spring