Navenda Xizmetên Miştêriyan ya Wood Green

Wood Green Customer Services Centre

Ground Floor
48 Station Road
Wood Green,
N22 7TY

Demên vekîrî: Dûşem heta Înî  nav seet 8.45 - 17.00.

Hun çawa dikarin xwe bighîninê

  • Xwegihandin ji bo mirovên seqet – ev navend wisa hatiye çêkirin ku mirovên seqet dikarin bi rehetî bi kar bînin û navend ji bo kesên seqet hemû îmkaniyetan temîn dike ku di nav van de tuwelat û  sîstema bihîstinê (hearing loop) jî heye. Ji bo kesên seqet ciyên parkkirinê jî peyda dibin li pişta navendê li ser River Park Road.
  • Desteka zimanê – ji bo kesên ku zimanê wan ên dayîkê Înglîzî nîne, ji Xizmeta Wergerandin û Tercûmaniyê ya Haringeyê destek peyda dibe – ji kerema xwe bi xebatkarên navendê re bipeyîvin heke ku ihtiyaca we bi tercûmanekê hebe.
  • Otobozên ku li wir re derbas dibin – otobozên hejmar W3 û 184 li ser Station Road li ber navendê re, li ber seknokên nêzîk re, derbas dibin. Otobozên hejmar 29, 67, 121, 123, 141, 144, 221, 230, 232, 329 û W4 li ber teniştê navendê re derbas dibin an jî li Wood Green High Road ê disekinin. Ev der ji navendê tenê bi qasî meşeke kurt dûr e.  
  • Trêna bin erdê – Îstasyona Binerdê ya Wood Green ku li ser Piccadily Line ye (Xeta Piccadily) li ser High Road’ê ye li xaçerêya bi Station Road/Lordship Lane re. Ev der jî tenê bi qasî meşeke kurt ji navendê dûr e.   
  • Trêna ser erdê – Îstasyona herî nêzîk ya li ser erdê, Alexandra Palace Station e. Ev îstasyon li ser xeta Great Northern Line ya ku ji Kings Cross/St. Pancras tê ye. Ev îstasyon bi qasî 0.75 mîl ji navendê dûr e.
  • Parkkirina ereban/texsiyan – Wood Green di nav Zona Parkkirina Qontrolkirî de ye. Li derdor, hin ciyên parkkirinan peyda dibin. Lê belê şîreta me ji we re ew e ku hun ereba xwe li parka ereban ya di nav Wood Green Shopping City de park bikin.
  • Bi emailê bi xizmetên Miştêriyan re bikevin têkiliyê
|
 

Page Last Updated: 7 October 2008

This page belongs to the following categories :
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback > Contacting council officials
- Council, government and democracy > Councils
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback > Emergency contacts (council)

 
|