Xizmetên miştêriyan

Xizmetên miştêriyan - aniha ji we re nêzîktir e!

A Customer Services Officer in the Call Centre

Xizmetên Miştêriyan ya BelediyHaringey girîngiya zêdirîn dide we miştêriyan. Ev xizmet îmkan dide we ku hun xwe bi rehetî bighînin xizmetên cihêreng yên belediyê bi riya Navendên Xizmetên Miştêriyan ku li ciyên minasib hatine bicîhkirin û bi riya Navenda Lêgerînê.

Ger hun rûnîştevanek bin an karsazek bin, an keseke ku navçeyê ziyaret dike bin, firq nake, hun bi awayek rehet dikarin bi Belediyê re pirsgirêkên xwe çareser bikin. Hewce nake ku hun di navbera ofîsên Belediyê de biçin û bin, hun dikarin li yek derê gelek pirsgirêkan çareser bikin. Hun dixwazin xaniyê xwe yê belediyê bidin temîrkirin, hun dixwazin cezayê parkkirinekê bidin, an hun hinek agahî dixwazin? Wê demê, ji bo çareserkirina van tiştan û tiştên din jî, li Navenda Lêgerînê (Call Centre) bigerin an herin serekî li Navendeke Xizmetên Miştêriyan bidin.

Qet firq nake hun bi kîjan riyê bi me re dikevin têkiliyê, wê xebatkarên me yên xwedî zanebûneke zêde, bi dostane, ji bo çareserkirina daxwaza we bi we re bixebitin an agahiyên ku ihtiyaca we pê heye, bidin we.

  • Bikarhênerên xwedî seqetiyan – Hun bi rehetî dikarin werin Navendên me yên Xizmetên Miştêriyan û navend ji bo we hemû îmkanan temîn dikin.
  • Bikarhênerên ku zimanê wan ên dayîkê Înglîzî nîne – em dikarin ji bo we tercûman eyar bikin, heke ihtiyaca we bi tercûmanekê hebe, ji kerema xwe bi xebatkarên Xizmetên Miştêriyan re bipeyîvin.
  • Kesên ku bi Tirkî û Kurdî dipeyîvin – di hin wextên tespîtkirî de li Navendên me yên Xizmetên Miştêriyan yên Başûrê Tottenham û Bakurê Tottenham tercûman peyda dibin û hun di van wextan de bê randevû dikarin werin.

Hun dikarin bi emailê jî bi me re bikevin têkiliyê: Customer.Services@Haringey.gov.uk

Hun pir bi rehetî dikarin pirsgirikên xwe bi Belediyê re çareser bikin!

Ev lînkên li jêr parçeke cîtewna Belediya Haringeyê nînin.

Ji kerema xwe daxûyaniya me ya legal bixwînin beriya ku hun van lînkan bi kar tînin.

|
 

Page Last Updated: 25 July 2008

This page belongs to the following categories :
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback > Contacting council officials
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback
- Council, government and democracy > Councils > Contacts, consultation & feedback > Compliments and complaints (council)

 
|
three children smiling

Did you know?

You can pay your council tax online - use the link on the Do it Online e-services page

 

Do It Online