Advice, tax and benefits

Em di derbarî dayîna baca belediyê û alîkariyên cûrbecûr yên peran ên ku em temîn dikin de agahiyên kêrhatî yên pratîk didin û her wiha li ser bikaranîna xizmetên sereke yên belediyê jî şîret didin.

Baca Belediyê

Rûniştevanên li Haringeyê aniha dikarin baca xwe ya belediyê bi riya înternetê yan jî bi metodên cûrbecûr yên din bidin. Me, ji bo ku ji we re bibe alîkar, şîretên pratîk û kêrhatî temîn kiriye ku, hun bi xwe hesab bikin, ka di dayîna baca xwe ya belediyê de, mafê we ji bo kêmkirinekê an destekekê peran heye an na.

Her wiha hun dikarin:

- Xwe ji bo baca belediyê qeyd bikin

- Li band û bihayên me binêrin

Alîkariyên peran

Em di derbarî cûrbecûr alîkariyên xweşhaliyê û heqkirinên ku ji bo rûniştevanan peyda dibin de agahî û şîretan didin. Alîkariyên peran yên ku em pê re eleqedar dibin ev in:

- Alîkariya peran a xanî û baca belediyê

- Alîkariyên peran ên bi xebatê re eleqedar

- Alîkariya peran a ji bo seqetiyê

Şîret

Şîretên din yên ku di vê beşê de peyda dibin ev in:

- Nirxandinên Xizmeta Sosyalê

- Meselên Xanî û bêmaltiyê

Bi Xizmetên Miştêriyê re bikevin têkiliyê

Telefonî 0845 071 2800 bikin ji bo hemû pirsên xwe yên di derbarî bac û alîkariyên peran de.

|
 

Page Last Updated: 12 February 2008

This page belongs to the following categories :
- Community and living
- Council, government and democracy

 
|
man smiling

Did you know?

On average we bring 1,200 privately-owned empty properties back into use every year

 

Do It Online

Check your Council Tax and Business Rates account online.