Hun bi Xźr Hatin Rūpela Kurdī ya Belediya Haringeyź
Ev rûpel agahiyên minasib dihundurîne ji bo mirovên ku bi Kurdî dipeyîvin û bi Xizmetên Belediya Haringeyê re eleqedar in.
Em çi teklîf dikin
Em cûrbecûrtiya civata xwe ya heremê nas dikin û bibiryar in ku agahiyan bighînin hemû grubên mirovan yên li herêmê dijîn. Mixabin ji ber ku li navçeyê bi nêzîkî 200 zimanan tê peyîvîn, ew ne mimkûn e ku em hemû rûpelan biwergerînin bi hemû zimanan.
Lê belê tişteke hindik jî be, em bibiryar in ku rûpelên herî girîng bi şeş zimanên herî popûler yên navçeyê pêşkêş bikin. Lînk ji bo van rûpelan li jêr tên dayîn.
Ji bilî van agahiyên standard, em her wiha agahiyên di nav rûpelên din ên li ser vê cîtewnê ku mirovên bi Kurdî dipeyîvin eleqedar dike jî diwergerînin bi Kurdî û pêşkêşî we dikin. Ev rûpel dê xûya bikin dema ku hun li ser vê cîtewnê di nav beşa Kurdî de li agahiyan digerin.
Ev Çawa dixebite
Dema ku hun serek li vê rûpelê didin hun di beşa Kurdî de li vê cîtewnê
www.haringey.gov.uk dinêrin. Ev tê vê wateyê ku dema ku hun li ser vê cîtewnê
digerin, hun ê versiyoneke rûpelê ya bi Kurdî bibînin, heke ew rûpel bi Kurdî hatibe amadekirin. Heke ew bi Kurdî nehatibe wergerandin, hun ê versiyona bi Înglîzî ya vê rûpelê bibînin. Bi demê re, herçend ku em zêdetir rûpelên bi Kurdî li vê cîtewnê zêde dikin, rûpelên bi Înglîzî wê hêdî hêdî kêmtir bibin.
We kengî xwest ku vegerin li ser vê rûpelê, sembola Haringeyê ya li kunca jor ya li milê çepê bitîkinin.
Heke hun dixwazin li cîtewna bi Înglîzî binêrin, ji kerema xwe li vir bitîkinin.
Rûpelên me yên herî popûler yên Kurdî ev in
- Baca Belediyê (Council Tax)
- Li Haringeyê Hawîrdor û Rîsayklîn
- Hun çawa xwe qeyd dikin ji bo Baca Belediyê
- Xizmetên Wergerandin û Tercûmaniyê
Heke hun dixwazin rûpeleke li ser vê cîtewnê bi Kurdî were wergerandin ji kerema xwe bikevin têkiliyê bi:
Haringey Council
Translation and Interpreting services
Freepost LON18649
London
N22 8BR
Ji bo agahiya zêdetir ya li ser xizmetên belediyê ên wergerandinê ji kerema xwe bikevin têkiliyê bi:
Haringey Council
Translation and Interpreting services
Freepost LON18649
London
N22 8BR



